Tirkiye û Yûnanistan civîneke rawêjkarî saz dikin

11-03-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku 16-17ê vê mehê li Atîna civîneke rawêjkarî di navbera şandên Tirkiyê û Yûnanistanê de birêve diçe.

Li gor daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê, civîna şêwrê ya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de dê di navbera 16-17ê Adarê da li Atînayê çêbibe.

Bi van civînên di navbera Tirkiye û Yûnaistanê de armanc ew e ku pirsgirêkên li Ege û Behra Spî bên çareserkirin.

Bi dirêjiya 5 salan Tirkiyê û Yûnanistan tu civînên fermî nekirin. Piştî 5 salan 25ê Çileyê îsal, li bajarê Stenbolê 61mîn xula civînên taybet bi aloziyên Deryaya Navîn sazkirin. Di wê civînê de jî behsa wan babetan kirin ku di civîna 60mîn de hatibûn behskirin. Biryar jî hate wergirtin ku civîna li pêş li Atîna were kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu 11ê Çile pêşniyar kiribû ku danûstandinên Enqere û Atîna dest pê bikin û ew amade ne pirsgirêkan bi riya gotûbêjê çareser bikin.

Ev jî di demekê de bû ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, peyamên nerm bo Yekîtya Ewropa û Yûnanê dişandin.

Di çend mehên derbasbûyî de alozî di pêwendiyên Tirkiyê û Yûnanistanê de çêbûbûn û berpirsên pilebilind daxuyaniyên tûnd li hemberî hev didan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst