KRÎZ KÛR DIBE - Holandayê rê neda serdana wezîrê Tirkiyê

11-03-2017
RÛDAW
Nîşan Mevlût Çavuşoglu Tirkiye Holanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Holandayê destûr neda firokeya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu here wî welatî. Çavuşoglu jî gotibû, ku eger rê nedin serdana min dê ji aliyê aborî û siyasî ve helwesta me tund be.

 

Berpirsên hikûmeta Holandayê beriya niha destûr nedabûne mîtînga Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û îro jî destûra çûna firokeya wî rakirin.

 

Wezaareta Derve ya Holandayê eşkere kir, ku ji ber gefên Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana wî ha ji bo Amsterdamê hatiye betalkirin. 

 

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte gotibû ku ew naxwaze li welatê wî civînên siyasî bên kirin lê eger Çavuşoglu bixwaze şilêran bibîne dikare serdana xwe bike.

 

Hikûmeta Holandayê ragihand, ku wan ji Çavuşoglu re gotiye, ku pêşwaziyekî fermî nakin.

 

Ji aliyê din ve, Mevlut Çavuşoglu jî îro ji çapemeniya Tirkiyê re gotibû, ku eger Holanda destûr nede serdana wî dê li hember wî welatî kiryarên wan ên siyasiyasî û aborî yên tund hebin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku beriya niha Almanya û Awûştûryayê jî mîtîngên berpirsên hikûmeta Tirkiyê yên li ser referandûmê betal kiribûn.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst