'AK Partî û DEM Partî dest bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikin'
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Partiyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) Alî Haydar Firat got, “AK Partî û DEM Partî dest bi proseyeke nû ya çareseriyê dikin.”
Endamê Encûmena CHPyê Alî Haydar Firat amaje bi serdana berpirsên bilind ên Tirkiyê ya Herêma Kurdistan û Îraqê da û ragihand ku piştî hilbijartinên xwecihî dê proseyeke çareseriyê di navbera AK Partiyê û DEM Partiyê de dest pê bike.
Endamê Encûmena Partiyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) Alî Haydar Firat doh di bernameyeke televîzyonî de derbarê mijarên di rojevê de axivî.
“Êdî DEM Partî naxwaze tenê pêgeha wê li nav mixalefetê hebe”
Firat behsa pêngava dawî ya derxistina berbijêran li şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê kir û got:
“Gelo DEM Partiyê di pêvajoya hilbijartinên xecihî de çima pêngaveke wiha avêt?
Bê guman ev karûbarên navxweyî yên partiyê ne û axaftina li ser dûr ji sînorê desthilat û berpirsyariya me ye.
Lê ez dikarim bibêjim êdî DEM Partî naxwaze tenê pêgeha wê li nav mixalefetê hebe.
Her wekî ku birêz Selahattîn Demîrtaş behs kir pêwîst e ligel partiyên din jî peywendiyan çêbike.”
“AK Partî piştî Stenbolê bidest bixe ev yek dest pê dike”
Li ser egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê di navbera AK Partî û DEM Partiyê de jî ku nûnertiya hejmareke diyar a Kurdên Bakurê Kurdistanê dike Alî Haydar Firat got:
“Bi nêrîna min (AK Partî) piştî hilbijartinên xwecihî ligel Kurdan pêvajoyeke çareseriyê dide destpêkirin.
Ez çima wiha difikirim? Zîncîriyek hevdîtinên li Îraq û hejmarek pêngav û guherînkariyên li navxwe yên Tirkiyeyê ji me re dibêjin ku AK Partî piştî Stenbolê bidest bixe ev yek dest pê dike.
AK Partî bi her awayî hebe dixwaze Stenbolê bidest bixe. Piştî hilbijartinan ji bo diyalogan vekirî dibe û derbarê destûreke nû de dest bi diyalogê dike.”
Pêvajoya çareseriyê
Endamê Encûmena Partiyê ya CHPyê dibêje, AK Partî ligel tevger û pêkhateyên Kurdan hewla wê yekê dide çawa di heman demê de dest bi pêvajoya çareseriyê û guherîna destûrê bike.
DEM Partiyê ku di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de piştîvaniya berbijêrê CHPyê kiribû lê vê carê biryar daye di serî de Stenbol û Enqere ku bidestxistina her du bajaran jî bo mixalefet û desthilatê gelekî girîng e li metropolên Tirkiyeyê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibe û piştîvaniya CHPyê neke.
Hevdem hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî ku ji sala 2016an ve li girtîgehê bi zelalî got, “nebûna gotûbêj, hevditîn û diyaloga di navbera AK Partî û DEM Partiyê de şaşitiye û dive ev yek hebin.”
Sala 2009an AK Partiyê bi serokayetiya Recep Tayyîp Erdogan di warê pirsa Kurd de dest bi avêtina çend pêngavan kir.
Destpêkê bi pêngavên demokratîkbûnê nêzîkî pirsa Kurd bû û piştre bi pêvajoya çareseriyê vê yekê berdewam kir.
Lê piştî 2014an ew pêvajo ber bi nemanê ve çû û di dawiya sala 2015an de bi temamî bi dawî bû û Erdogan ragihand ku wan ew pêvajo xistiye nav sarincê.
Lê siyasetmedara Kurd Leyla Zana çend hefte berê ragihand ku êdî dem hatiye Erdogan wê proseyê ji sarincê derxe û careke din bi pêngavên berbiçav û diyar kar li ser bike.