Fahrettin Koca: Di erdhejê de 22 hezar û 327 kesan canê xwe ji dest dane

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Hatay Dr. Fahrettin Koca Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiye Fahrettin Koca li parêzgeha Hatayê ragihand ku di erheja Mereşê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 22 hezar û 327 kesan canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 herêm hejand û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiye Fahrettin Koca û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusî Akar roja şemiyê 11ê Sibata 2023an li parêzgeha Hatayê ji navenda AFADê di derbarê qurbaniyên erdhejê de daxuyaniyek da.

Fahrettin Koç ragihand, di erdhejê de 22 hezar û 327 kesî canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Koca ragihand di nava kesên harîn rizgarkirin de 1,430 jinên dû canî hene.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û bi demjimêran hêjmara qurbaniyên vê erdhejê zêdetir dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst