131 saet piştî erdhejê zarokeke 7 salî bi saxî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belenê ya Hatayê keçikeke 7 salî 131 saet piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 bi saxî ji bi kavilên avahiyeke hilweşiyayî hat derxistin.

Ekîbên ligerîn û rizgarkirinê xebatên xwe yên ji bo gihiştina kesên di bin kavilan de didomînin.

Li navçeya Belenê ya Hatayê ekîban piştî tesbît kir ku ji binê kavilên avahiyeke 4 qatî deng tê, xebatên xwe li wê derê zêde kirin.

Ekîbên AFAD û Cansuyuyê di encama xebatê de Îrema 7 salî piştî 131 saetan ji binê kavilê rizgar kir.

Îrem bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Derket holê ku dayika Îremê Halime Bagriaçik (27) duh ji heman kavil hatiye rizgarkirin û ji bo dermankirinê şandine Mersînê. Her wiha di heman kavilê de 2 zarokên Halîme Bagriaçik canê xwe ji dest dane.