Li Stenbolê bihayê nan hat zêdekirin

11-02-2022
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê îro 11ê Sibata 2022ê nirxê nanekî 250 gramî bi bihayê 75 quruş hat zêdekirin û ji 1 lîre û 25 quruşan derket 2 lîreyên Tirkî.

Wekîlê Serokê Lijneya Rêvebirina Saziya “Nanê Gel” a ser bi Şaredariya Stenbolê ve Ozgen Nama ragihand li beramberê zêdekirina bihayên pêdeviyên jiyanê ew neçar mane ku nirxê nanê gel zêde bikin.

Ozgen Nama amaje bi wê yekê da ku “Nanê gel” yê ji aliyê firinên ser bi Şaredariya Mezin a Stenbolê ve tê çêkirin û nirxê nanekî 250 gramî ku berê 1 lîre û 25 quruş bû û di rojekê de 1.5 milyon nan dihat berhemanîn, lê ji ber daxwaza zêde neçar mane ku rojane 1.9 milyon nan bê çêkirin.

Ozgen Nama dibêje: "Nirxê gazê û elektrîkê gelekî zêdebûye û nirxê çewalê ard ji 125 lîreyan derketiya 300 lîreyên Tirkî. Ligel vê zêdebûnê me  di 4 mehên sala 2021ê û heta destpêka meha Sibata 2022ê jî nirxê nan wek heyî hişt, lê ji ber zêdebûna xerciyan nikarin wiha berdewam bikin û em neçar mane ku nirxê nan zêde bikin."

Piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî û bilindbûna enflasyonê, di serî de xorak û enerjî bihayê hemû kelûpelan hat zêdekirin.

Odeya Firinan a Stenbolê jî biryar da bihayê nan li Stenbolê %31 bê zêdekirin û biryar ji aliyê Odeya Bazirganî ya Stenbolê ve hat qebûlkirin. Piştî bihayê nan hat zêdekirin, li Stenbolê dê nanê 210 gram bi 3 lîreyan û nanê 250 gram jî bi 3,5 lîreyan bê firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst