Tirkiyê kuştina komandoyekî xwe li Çiyayê Gare ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, serbazekî din ê wî welatî di operasyona li Çiyayê Gare de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya ku îro Pêncşemê 11ê Sibata 2021ê di malpera fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hatiye belavkirin, ew serbaz di pevçûnên duh 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare birîndar bûbû û îro 11ê Sibatê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyankiyê de hatiye gotin,“Serbazekî artêşa Tirkiyê ku roja 10ê Sibata 2021ê di çarçoveya Operasyona Çengê Baz-2 di şer û pevçûnekê de li Çiyayê Garê li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) birîndar bûbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.”

Navê wî serbazê komando Ertug Gûler hatiye ragihandin.

Şeva bihorî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 serbazên xwe û birîndarbûna 4 serbazan li Çiyayê Gare ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê duh 10ê Sibatê serê sibê ragihandibû ku hêzên wan operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de û li Çiyayê Gare dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê herwiha diyar kiribû, ku di çarçoveya operasyonê de bi helîkopteran leşker li ser Çiyayê Gare danîne.

Derbarê operasyonê de, Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî duh dabû xuyakirin, ku operasyon di saet 02.55ê 10ê Sibata 2021 de û bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin û berdewam e.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Medyayên nêzîkî PKKê jî belav kirine, ku li Çiyayê Gare hêzên gerîla bersiva êrişa artêşa Tirkiyê dane û şer û pevçûn berdewam in.