Mijara operasyona Idlibê li parlementoya Tirkiyê gelek germ bûye

11-02-2020
Artêşa Sûriyê li ser kontrolkirina tevaya Idlibê rijd e
Artêşa Sûriyê li ser kontrolkirina tevaya Idlibê rijd e
Nîşan Tirkiye Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê  karvedanên beramber êrîşa Sûriyê li ser xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê, li sînorê Idlibê, berdewam in ku bi sedema wê êrîşê hejmarek ji leşkerên Tirkiyê hatibûne kuştin.

Partiya Tevgera Neteweperist a Tirkiyê (MHP) ku hevpeymana AK Partî ye, daxwaz dike ku Tirkiye bi çavekî din li pêwendiyên xwe ligel Rûsyayê binere.

Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî di gotarekê de, îro Sêşemê, li civîna heftane ya Fraksiyona partiya xwe li Parlementoya Tirkiyê pêşkêş kir, tê de ev yek anî ziman: “Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hewlên siyasî û diplomasî, xapandin, çîrok û bêhûdekirina demê ne. Heta ku Esed ji ser textê desthilatê neyê xwarê, ne Sûriye û ne Tirkiye aram nabin. Miletê Tirk eger pêwîst bike û ti bijardeyeke wî ya din nebe, divê ji niha ve planê ji bo çûna Şamê dabirêje û sitemkaran bi zeviyê re rast bike."

Partiya Demokrat a Gelan, (HDP) dibêje, berê haydarî daye desthilatê û pêwîst e Tirkiye di cih de, ji Idlibê vekişe.

Fraksiyona CHPê daxwaza encamdana rûniştineke taybet derbarê Idlibê kir û di çarçoveyê de, îro Sêşemê pêşniyarek pêşkêşî Parlementoya Tirkiyê kir ku tê de daxwaza pêkanîna rêkarên ewlehî dike, ji bo parastina leşkerên Artêşa Tirkiyê li Sûriyê.

IYI Partî jî daxwazê ji desthilatê dike di pirsa Idlibê de, gavên bihêz bavêje û tiştê pêwîst encam bide.

Serokê wê partiyê, di gotara heftane ya fraksiyona xwe de got, dest ji pehlewaniya maykrofonan berdin û tiştê pêwsît bikin.

Seroka Îyî Partiyê Meral Akşener dibêje: “Li wê pengava Sûriyê, ku welatê me hûn xistine nav, leşkerên me canên xwe ji dest didin. Êdî hûn çaverêyî çi dikin?! Diplomasî?! Bê guman, divê bijardeya diplomasiyê li aliyekî bê danîn, lê dema leşkerên me têne kuştin û ev yek bi destên leşkerên dewletekê tê kirin, pêwsîtî bi dirêjkirina axaftinê nîne, dest ji pehlewaniya maykrofonan berdin û tiştê pêwîst bikin."

Di dema 3 rojên borî de, bi sedan otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê ji bajarokê Reyhanliye çûne sînorê parêzgeha Idlibê.

Tevî gef û haydariyên Tirkiyê, Artêşa Sûriyê bi alîkariya ezmanî ya Rûsyayê, di pêşketinan de berdewam e û li ser kontrolkirina tevaya Idlibê rijd e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst