Jeffrey li Enqerê: Heta ji me bê em dê bibin piştevan

11-02-2020
RÛDAW
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê Jeffrey li Tirkiyê ye
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê Jeffrey li Tirkiyê ye
Nîşan James Jeffrey Amerîka Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey li gihîşt Tirkiyê û biryar e pêşhateyên li Idlibê ligel rayêdarên wî welatî gotûbêj bike.

Li gor medyaya Tirkiyê, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, û şanda pê re bi mebesta serdanên fermî seat 18.35an gihişt Enqereyê û got: “Em îro hatin Enqereyê ku ligel hikûmeta Tirkiyeyê rewşê binirxînin û heta ji me bê em bibin piştevanê Tirkiyê.”

James Jeffrey di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de anî ziman ku leşkerên Tirkiye ku di NATOyê de hevalbedê Amerîkayê ye, îro li Idlibê rûbirûyê gefeke mezin in û ew metirsî ji aliyê Rûsya û hikûmeta Sûriyê ve tê.

Jeffrey ji bo leşkerên Tirkiyeyê yên ku li Idlibê hatine kuştin sersaxî xwest û got: "Em îro hatin Enqereyê ku ligel hikûmeta Tirkiyê rewşê binirxînin û heta ji me bê em bibin piştevan.” 

Şêwirmendê Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê, Rich Outzen jî  li ser navê balyozxaneyê got: "Em weke Amerîkayê êrîşên rejima Şamê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin di nava piştevaniyeke bihêz de bin. Ji ber vê em ligel hevalbendên xwe Tirkiyê di peywendiyeke nêzîk de bin."

Serdana Jamed Jeffrey bo Tirkiyê di demekê de ye, ku rewşa parêzgeha Idlibê û herwiha rewşa navbera Sûriyê û Tirkiyê jî aloztir bûye û artêşa Tirkiyê îro Sêşemê 11ê Sibatê li sînorê rojhilatê parêzgeha Idlibê ku nêzîkî mîhwerên şer e, helîkoptereke cengî ya hêzên hikûmeta Sûriyê kiriye armanc û xistiye xwarê û her duh Duşemê di êrîşeke hêzên Sûriyê de, 5 serbazên Tirkiyê li sînorê Idlibê hatin kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûn.

Ew zêdetirî mehekê ye ku artêşa Sûriyê bo kontrolkirina tevahiya parêzgeha Idlibê, bi piştgiriya Rûsya û Îranê operasyoneke mezin daye destpêkirin û gelek bajar û bajarok jî ji destê komên çekdar derxistine. Komên çekdar ên dijbereya Sûriyê jî duh Duşemê 10ê Sibatê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê, li sînorê parêzgeha Idlibê êrîşek li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dane destpêkirin.

Di mijara Idlibê de, Amerîkayê piştevaniya xwe bo Tirkiyê nîşan daye û daxwaz ji Rûsya û hêzên Esed kiriye, ku di nêzîktirîn dem de êrîşên xwe bo ser Idlibê rawestînin.

Jeffrey piştî serdana xwe ya bo Tirkiyê dê serdana Almanyayê bike û beşdariyê di Konferansa Asayişa Munchenê ya Navdewletî de bike. Di vê konferansa ewlehiyê de, Jeffrey dê dîsan behsa rewşa Sûriyê û awayê têkoşîna li dijî terorê li Iraqê û Sûriyê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, ku ji bilî wan serdanan, nûnerê taybet ê Amerîkayê dê serdana hejmarek welatên din jî bike, lê belê ti amaje bi navê wan welatan nekiriye û tenê hatiye gotin, ew dê di demeke guncaw de zanyariyan belav bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst