Pêvajoya nû dê çawa be?

Enqere (Rûdaw) – Di medyaya Tirkiyê de tê idiakirin ku di demeke kurt de prose dê carek din dest pê bike, lê dê rêbazen proseyê bê guhertin.

Tê gotin ku hikûmeta Tirkiyê dê carek din dest bi proseya çareserîye bike. Lê, li gori nûçeyan, dê di serdama nû de rê, rêbaz û muxatap werin guhertin û muxatabên proseyê jî dê bên zêde kirin. Hikûmet rê nedê ku hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pek werin û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biçin İmraliyê. Lê şirovekar dibejin bandora Ocalan li ser PKK û gelê kurd zêde ye, ji ber wê jî prose bê Ocalan nagihî encameke baş.

Pişti ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglı li Mêrdînê planeke deh xalî diyar kir, niha li ser destpêkirina proseyeke nû niqaş hene. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, ji vir şûn ve dê hikûmet bi Ocalan re hevdîtinan pek nehine û em dê desturê nedin ku parlamenterên HDPê biçin Îmraliyê. Herwiha Erdogan dibêje heke pewistî hebe dê MÎT bi Ocalan re biaxive. Lê şirovekarên siyasî jî dibêjin, bandora Ocalan li ser gelê Kurd zêdeye, ji bo çareserîyê divê şert û mercên Ocalan bê baştirkirin.

Nunerê Fox TVê Sedat Bozkurt derbarê vê yekê de ji Rûdawê re wiha got:

“Hikûmet di serdama borîye de bandora Ocalan a li ser PKKê cerîband. Jixwe alîgir jî, ji PKKê zêdetir girêdayî Ocalan in.  Efuya giştî belkî giran dibe lê weke mînak hikûmet dikare Ocalan bike hepsa malê. Heke Ocalan di proseyê de aktîf nebe, dê alîgir bikevin di bin bandora Qendîlê. Heke hûn bêjin em bi Ocalan re naaxivin, bi Qendilê re naaxivin, ew tê wê wateye ku, hûn dixwazin şer bidome.”

Ahmet Davutoglu jî dibeje, di serdema nû de em bi kesên biçek re naaxivin û em dê ji bilî HDPê partî û rêxistinên din jî weke muxatap qebul bikin. Berpirs û parlamenterên HDPê jî dibejin em ne li dijî vê yeke ne.

Parlamenterê HDPê M. Alî Aslan jî ji Rûdawê re wiha got:

“Me berê jî digot, bila rêxistinên sivîl jî beşdarî proseyê bibin. Jixwe ew jî weke me dixwazin şer û pevçûn bisekine, aştî pêk were. Em hevî dikin ku hikûmet bi rastî jî wan daxilê proseyê bike. Lê, hikûmet heke HDPê derxinî derveyê proseye, wê demê ew prose bi sernakeve. Ji ber ku HDP 5-6 milyon deng wergirtî ye û îradeya kurdan temsîl dike.”

Pêvajoya çareserîyê nezikî sê salan domiya û meha Tîrmeha borî bi dawî hat. Niha di medyaya Tirkiyê de tê idiakirin ku di demeke kurt de dê prose carek din dest pê bike, lê dê rêbazen proseyê bê guhertin.