Parlamenterê CHPyê eşkere kir: 'Em otonomiyê naxwazin'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heyeta DEM Partiyê CHP Ahmet Turk Gokhan Gunaydin Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwekîlê Grûpa Partiya Gel a Komarî (CHP) Gokhan Gunaydin ragihand ku di civîna heyeta Îmraliyê ya DEM Partî  û CHPyê de Ahmet Turk ji wan re gotiye ku ew otonomî û federasyonê naxwazin û daxwazeke wan a bi vî awayî nîne.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî ku 28ê meha borî bir Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan civiya û piştî civînê peyama Abdullah Ocalan belav kir.

Her wiha hefteya borî di çarçoveya pêvajoyê nû de bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re civiya.

CHP jî yek ji wan aliyan bû ku heyeta DEM Partiyê serdana wê kiribû.

Gokhan Gunaydin ku di wê civînê de amade bû derbarê naveroka civînê de ji medya Tirkiyeyê re axivî.

Parlamenterê CHPyê ragihand ku wan di hevdîtinê de ji heyata DEM Partiyê re gotine CHP di karên nehênî û veşartî de cih nagire.

“Abdullah Ocalan dê banga danîna çekan bike”

Serokwekîlê CHPyê behsa naveroka civînê bi DEM Partiyê kir û got:

"Di ziyareta heyeta DEM Partiyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan dê banga çekdanînê bike.

Ev bang dê aliyê wê yê Ewropa, aliyê Tirkiyeyê, aliyê Sûriyê û aliyê Îraqê hebe.

Me ji wan pirsî dê ev bang bê kirin lê li beramber wê çi tê xwestin.

 Ahmet Turk li me vegeriya û bi eşkereyî got,'Em otonomî û federasyonê naxwazin. Daxwazeke me ya wiha nîne.'”

Heyet dê îro Selahattîn Demîrtaş ziyaret bike

Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an bangî PKKyê kiribû ku çekan deyne û bangî Abdullah Ocalan jî kiribû ku "bi mafê hêviyê" were li parlamentoyê biaxive.

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê pêk dihat 28ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Heyeta DEM Partiyê piştî wê hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan belav kir û tevî Ahmet Turk 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kir.

Biryar e îro heyeta DEM Partiyê biçe serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Roja yekşemê jî heyet dê biçe Girtîgeha Kandirayê ya li parêzgeha Kocaeliyê û bi Fîgen Yuksekdagê re bicive

Li gorî zanyariyan, heyeta DEM Partiyê dê piştî hevdîtina bi hevserokên berê yên HDPyê re li ser naveroka hevdîtinan xwe daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere bike û dê careke din biçe Îmraliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst