Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo dengdana navxwe ya diyarkirina berbijêrên Şaredariyên Bajarên Mezin vîdeoyek belav kir.
DEM Partiyê ragihand ku li 90 navendên dengdanê herî kêm 100 hezar dengdêr û delegeyên partiyê diçin ser sindoqan û berbijêran diyar dikin.
DEM Partiyê biryar da berbijêrên xwe yên şaredariyan li gorî encamên dengdaneke navxweyî ya di nav dengdêr û delegeyên xwe de diyar bike.
Dengdan dê di navbera 13-14ê Kanûna Paşîn de were kirin.
DEM Partiyê roja çarşemê derbarê dengdanê de vîdeoyeke bi Kurdî belav kir.
DEM Partiyê ragihand ji bo wê dengdanê derdora 90 cihî sindoq tên danîn û ji çînên cuda yên civakê herî kêm 100 hezar kes diçin ser sindoqan û ji bo diyarkirina berbijêrên Şaredariyên Bajarên Mezin dengê xwe didin.
Em ê tev bi hev re dahatûya bajarên xwe diyar bikin!
— DEM Partî Kurdî (@dempartikurdi) January 10, 2024
Di 13-14’ê Rêbendanê de bi beşdariya bi hezaran delegeyan em Hevşaredarên xwe diyar dikin. #KentUzlaşısı pic.twitter.com/92MmhNDkHD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse