Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Em li ser twîtên Demirtaş kar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê hesabê Twitterê yê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de got ew li ser kar dikin daku rê lê bigrin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag li ser pirsa rojnamevanekî medya Tirkiyê got: “Em dibînin gelek kesên bi tawana terorê hatine cezakirin bi rêya medya civakî serokatiyê dikin. Wate kesê hatiye girtin dîsan azad e. Mînak Selahattin Demirtaş li ser medya civakî dikare rêxistina xwe birêve bibe û destwerdanê di siyaseta Tirkiyê de bike. Hun difikirin ku valatiyek yasayî di vê mijarê de heye.”

Li ser vê pirsa rojnamevan Bozdag got: “Di mijara medya civakî de ji bo girtiyan tiştekî wiha nîne. Tenê dikarin ligel parêzerê xwe hevdîtinê bikin. Di hevdîtina parêzer de parêzer an jî malbata wan peyamên ji wan digrin li ser medya civakî belav dikin. Girtî bixwe medya civakî nikarin bikarbînin. Rasterast ew bi xwe weşanê nakin. Lê li ser navê wan parêzer û malbat dikin. Ev mijar ji bo me girînge û em niha li ser kar dikin. Em li cîhanê dinêrin daku em bizanibin ka em dikarin çi bikin? Ji ber ku li aliyekî girtiye û li aliyê din jî dikare li medya civakî karên cûda bike. Cîhan vê mijarê çawa dinirxîne? Ji ber mijara medya civakî nû ye. Welatên vê yekê çawa dikin? Em li ser kar dikin. Em di ferqa wê yekê de ne ku pêwîsî bi nirxandinê heye. Hevalên me dema amadekariyên xwe bidawî bikin em dê li mînakên cîhanê binêrin û li gor vê yekê biryar bidin.”

Li ser navê Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, malpereke bi zimanên Kurdî, Tirki, Îngilîzî, Almanî û Fransî hatiye vekirin û rojane Demirtaş li ser mijarên di rojevê de nêrînê xwe parve dike. Berî malperê jî Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê nêrînên xwe parvedikir.

Ev di demekê de ye ku hilbijartinên serokkomariyê di rojeva Tirkiyê de ne û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) HDPê Selahattin Demirtaş ku niha di girtîgeha Edirne de girtiye, li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê hilbijartinên Tirkiyê yên Serokkomariyê û parlemantoyê de, ku biryar e di meha Hezîrana pêşiya me de bên kirin hişyariyan dide.