Dadgehê zêdetirî 1000 sal cezayê zindanê da Adnan Oktar

Hewlêr (Rûdaw) - 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê Adnan Oktar de biryara xwe aşkere kir û ji ber encamdana “tawanên cuda” zêdetirî 1000 sal cezayê zindanê da Adnan Oktar.

Rûniştina dadgehîkirina Adnan Oktar û 236 tohmetbaran ku 76 kes ji wan girtîne li 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê birêve çû û jibilî parêzerên aliyan hejmareke zêde ya kesûkarên mexdûr û tohmetbaran jî li hola dadgehê amade bûn.

Dozgerê wê dozê, Adnan Oktar bi encamdana tawanên “damezrandina rêxistinê, alîkariya bo FETO, destdirêjî, nehiştina azadiya şexsî, sextekarî, îşkence, bikaranîna çek, sîxoriya serbazî û siyasî, têkbirina belgeyên fermî, bikaranîna bîr û baweriyê ji bo berjewendiya xwe” tohmetbar kiribû û daxwaza ji 150 ta 1365 sal cezayê zindanê bo Oktar kiribû.

Heyeta Dadgehê di wê rûniştinê de biryara xwe ya dawîn derbarê Adnan Oktar de aşkere kir ku kesayetiyekî naskirî ye li Tirkiyê û 1074 sal û 9 meh cezayê zindanê da Adnan Oktar.

Herwiha di çarçova wê dozê de 76 kes jê girtî 236 kes dihatin darizandin û encamdana tawanên cuda daxwaza heta 239 sal cezayê zindanê bo hinek ji wan dihat kirin.

Adnan Oktar li ser biryara Dozgerê Giştî yê Stenbolê roja 11ê Tîrmeha 2018an li mala xwe tevî 168 hatibû girtin û bo zindana Edîrneyê hatibû şandin ku Hevserokê Berê yê HDPê  Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan lê tên girtin.