Civaka Tirkiyê pîr dibe

12-01-2020
RÛDAW
Hejmara zarokan li Tirkiyê di 12 salên ‎dawî de hejmara zarokan ji sedî 31.6 bo ji sedî  28 daketiye
Hejmara zarokan li Tirkiyê di 12 salên ‎dawî de hejmara zarokan ji sedî 31.6 bo ji sedî 28 daketiye
Nîşan Tirkiye Nifûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herçiqas civaka Tirkiyê li gor a welatên Yekîtiya Ewropayê civakeke ciwan e, lê her diçe hejmara zarokan û rêjeya zarokbûnê li Tirkiyê ber bi kêmbûnê ve diçe û berpirsên wî welatê ji ber vê yekê nîgeran in.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê bilindbûna temenê zewacê de bo nêzîka 30 salî û zêdebûna ji yê navîn ji herdû regezên nêr û mê li Tirkiyê nerazî ye û dibêje, divê ev rewş were derbaskirin û bi kêmanî her malbatek 3 zarokan wan çêbibin.

Erdogan got: “Çima ez dibêjim bi kêmanî 3 zarok? Sedema ew e ku miletên bihêz ji malbatên bihêz pêk tên. Temenê zewacê yê ciwanên me her diçe bilind dibe. Mixabin di temenê ciwanî de jiyana hevjîniyê pêknayînin. Keç û kurên me jî, piranî temenê wan digihe 30 sal heta dizewicin, an beşeke wan a zêde di mal de dimînin, tiştekî wiha dibe?”

Serokê Karûbarê Olî yê Tirkiyê jî ligel Serokomar hevra ye û tekez dike ku divê her malbatek zêdeyî 2 zarokan çêbike û misoger 3-4 zarokên wan hebin.

Derbarê mijarê de Serokê Karûbarê Olî yê Tirkiyê Alî Erbaş jî got: “Di demên borî de her malbatek bêguman hejmara zarokên wan 4 heta 5 dihat behskirin, lê niha ji yek zarokî ne zêdetir e, divê ne din bin 2 zarokan re be. Misoger di ser duyan re, wate 3 heta 4 zarokên wan hebin.”

Ev di demekê de ye ku Tirkiye rûbirûyê krîzeke aborî bûye û nêzîka 4 milyon û 500 hezar kes ji xelkê wî welatî bêkar in ku beşeke wan a zêde ciwan in û ji ber vê yekê jî nikarin jiyana hevjîniyê pêkbînin, an zêdetir zarokan çêbikin.

Li gor wê raporta ku Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî ya Tirkiyê di çarîka dawî ya 2019ê de pêşkêşî parlamentoya wî welatî kiriye, hejmara zarokan li wî welatî nêzîka 22 milyon û 820 zarok e û di 12 salên dawî de hejmara zarokan ji sedî 31.6 daketiye ji sedî 28 û leza ji dayîkbûnê bo ji sedî 1.9 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst