Tirk dixwazin Qibris bi Tirkiyê ve bê girêdan

Stenbol (Rûdaw) - Serkirdeyên herdû aliyên Qibrisê ji bo çareserkirina pirsgirêka giravê careke din li Cinêvê civiyan. Rûm û tirk herdû aliyên giravê ji bo çareseriya pirsgirêka ku ew 42 sal e ji rojevê niştecî ye, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de meseleyê gotûbêj dikin.


Nûnerê NYê Espen Barth Eide jî beşdar e di civînan de û dibêje çareserî gelekî zehmet e.


Welatiyên Tirkiye jî di derbarê meseleyê de nêrînên xwe ji Rûdawê re eşkere kirin. Piraniya welatiyan hevdeng e li ser wê yekê da ku Qibris raste rast bi Tirkiyê ve bê girêdan.


Nêrînên welatiyên Tirkiyê:


-Ya baş alternatîfa heyî ye. Ji ber ku rewşa Rûman ji ya me xirabtir e. Çima em bibin yek û zehmetiyên wan jî bikêşin?


-Ji xwe Qibris girêdayî me ye. Niha bi me re eleqeder dibe. Bi ya min divê bi Tirkiyê ve bê girêdan. An jî ger ku alternatîfek din hebe ew jî dibe.


-Bi ya min ya herî goncav ewe e ku bi Tirkiye ve bê girêdan. Ez wiha difikirim. Ji ber ku wê dîsa lihevnekirin çê bibe. Bihevre jiyana herdû aliyan zehmet e.


-Helbet divê bi Tirkiyê ve bê girêdan. Madem ku ew der ya Tirkiye ye divê bi ser Tirkiye ve be lê helbet ku bibe endamê Ewropa baştir e.


-Bi ya min divê raste rast bi Tirkiyê ve bê girêdan. Heta niha Ewropa ew nekirine endam û ji vir pê ve jî tu wateya wê nîn e.


-Jiyana li vir û ya li Kibris ne heman jiyan e. Ji bo wê divê ew pirs ne ji me lê ji Kibrisiyan bê pirsîn û biryarê jî ew bidin.


-Tu agahiyên min nîn in û ez nikarim tiştekî bêjim. Lê ku bi Tirkiyê ve bê girêdan baştir e.


-Mil leşkeriya xwe li Kibris kir. Bi qasî ku min dît, divê bi Tirkiyê ve bê girêdan. Ji ber ku ew der malê Osmaniyan e. Osmanî kî ne? Bavûkalên me ne. Divê bibe ya me.


-Welleh birêz serokomarê me çi dibêje ya rast ew e.


-Belê ez li Qibrisê ma me. Ger di bin yek dewletê de du gel karibin bibin xwedî heman mafan ya baştir ew e.


- Bi ya min bihevrejiyana herdû aliyan ya herî baş e. Cûdahî dê bibe sedema kêşeyan.