Erdogan û Meloni li ser rewşa Sûriyeyê axivîn

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Giorgia Meloni Sûriye Îtalya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di pêwendiyeke telefonî de li ser rewşa Sûriyeyê axivîn.

Serokayetiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni pêwendiyeke telefonî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê, Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokwezîra Îtalyayê bipêşketinên dawî yên li Sûriye, herêm û cîhanê gotûbêj kirine. 

Hat ragihandin ku Erdogan ji Meloniyî re gotiye ku "Tirkiye li Sûriyeyê li ser helwesta xwe ya li gel aştî, azadî, diyalog û dadmendiyê berdewam be û gîringiya parastina yekitiya axa Sûriyeyê" aniye ziman.

Li gorî daxuyaniyê  Erdogan di peywendiya telefonî de diyar kiriye ku "êrişkariya Îsraîlê vê carê li Sûriyeyê jî derketiye û ev yek sûdê nagihîne aramiya Sûriyeyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst