Bahçelî ji Bakirhan re li çepikan xist: ‘Pirsgirêka Kurdan meseleya Tirkiyeyê ye’

Duh li 04:54
RÛDAW
Bahçelî ji Bakirhan re li çepikan xist/Wêne: Torên civakî
Bahçelî ji Bakirhan re li çepikan xist/Wêne: Torên civakî
Nîşan Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Parlamentoya Tirkiyeyê got, “Birêz Erdogan, pirsgirêka Kurdan meseleyeke dîrokî ya Tirkiyeyê ye” û Serokê MHPyê jî jê re li çepikan xist.

Civîna Parlamentoya Tirkiyeyê li ser budçeya sala 2025an bû lê pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê mora xwe li gotûbêjan xist.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê ji AK Partiyê, bal kişand ser yekparçeyiya Sûriyeyê.

 Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got:

“Parastina serweriya Sûriyeyê û garantîkirina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, ji bo siberoja gelê Sûriyeyê û hem jî ji bo berjewendiyên niştimanî yên Tirkiyeyê gelekî girîng e ku karekî pêşîne ye.

Pêşîneyeke me ya din jî Sûriyeyeke ku ji teror û rêxistinên terorê hatiye paqijkirin were avakirin e.”

Tekane serokê ku neaxivî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bû lê wî tenê ji serokekî re li çepikan xist.

Ew jî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bû ku ji bo pirsgirêka Kurdan daxwaza çareseriya Enqereyê kir.

“Pirsgirêka Kurdan mijareke dîrokî ya Tirkiyeyê ye”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Li Sûriyeyê di pêvajoyeke ku dê balansên siyasî ji nû ve werin avakirin de diyaloga bi Kurdan re dê sûdeke mezin bigihîne Tirkiyeyê.

Erkekî erênî dikeve ser milên Serokkomar Erdogan.

Birêz Erdogan, pirsgirêka Kurdan meseleyeke dîrokî ya Tirkiyeyê ye ku divê were çareserkirin.

Derfeta çareserkirina vê pirsgirêkê û tomarkirina navê xwe li dîrokê li pêş we ye.”

Serokê CHPyê jî li ser siyaseta welatê xwe ya Sûriyeyê hişyarî da desthilatê.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel da zanîn:

“Tirkiye divê li Sûriyeyê ji xeyalperestiyê û daxwaza fethkirinê dûr bisekine û ji pencereya aştiyê lê binêre.

Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ew qas girîng e ku divê nebe amûreke propagandayên siyasî.

Dibe ku qaşo şîrovekar û pisporên zembîla hêkan ne li ser pişta wan be, xeyalperest bin lê dewlet, neçar e cidî be.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 3 milyon welatiyên Sûriyeyî dimînin.

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, vegera koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst