Li deriyê sînorî tevgereke zêde heye: Vegera koçberan 2 qatan zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ragihand ku li Deriyê Bab El Hewayê tevgereke zêde ya koçberan heye û derbasbûna koçberên Sûriyeyî berdewam dike.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlîkaya jî derbarê vegera koçberên Sûriyeyî got, “Hejmara koçberên ku vedigerin 2 qatan zêde bûye.”

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ji Dêriyê Sînorî yê Bab El Hewayê (Cîlvegozu) ragihand ku gelek koçberên Sûriyeyî vedigerin welatê xwe.

Bi gotina Şewket Herkî liv û tevgereke zêde heye.

Hinek şert ji bo derbasbûnê hene

Şewket Herkî da zanîn ku penaberên ku dixwazin derbasî Sûriyeyê bibin, pêwîst e kartên wan ên îdareya koçberan (Nasnameya Demkî) hebin û dema derbasbûnê wan kartan radest bikin û got:

“Divê deynên wan ên av, kahreba û bacê nebin. Pêwîst e dosyayên wan ên lêgerîn û lêpirsînê nebin.”

Herkî her wiha eşkere kir, koçberên ku derbas bibin êdî nikarin vegerin.

Li aliyê din Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser amarên koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê daxuyanî da.

“11 hezar Sûriyeyî vegeriyan”

Alî Yerlîkaya derbarê vegera koçberan wiha got:

“Em niha li rewşa Sûriyeyê dinêrin û hikûmet jî ava dibe, her tişt nû ye û em jî dişopînin.

Em dê roja çarşemê bi saziyên sivîl ên Sûriyeyî û saziyên piştgiriya wan dikin re hevdîtinê bikin.

Sala 2024ê mehane kêm zêde 11 hezar Sûriyeyî bi dildarî, ewle û bi awayekî bi rûmet vegeriyane welatê xwe.

Ev hejmar heta doh nîvro gihişte 2 qatan. Li deriyên sînorî tevgerê dest pê kiriye.

Şiyana deriyên sînorî ji bo vegerê rojane 3 hezar kes bû. Rojane 350-400 kes derbas dibûn û têr dikir.

Lê ji ber ku eger heye hejmara kesên biçin zêde bibe, me şiyana deriyan derxiste 15-20 hezar kesan.”

“2 milyon û 936 hezar koçberên di bin parastina demkî de hene”

Yerlîkaya li ser hejamara kesên vegeriyane û koçberên li Tirkiyeyê jî got:

“Ji sala 2016ê ve 737 hezar koçberên di bin parastina demkî de bi dildarî vegeriyane.

Niha li welatê me 2 milyon û 936 hezar koçberên di bin parastina demkî de hene.

Navnîşanê hemûyan hatiye nûjenkirin. Em dê civîneke medyayê li dar bixin.

Em dê ji raya giştî re ragihînin ku ji bo vegera bi dildarî xebateke çawa ya yasayî amade dikin.”

Yerlîkaya her wiha got ku ji koçberên li Tirkiyeyê yên di bin parastina demkî de milyonek û 247 hezar û 432 kes ji wan ji parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê ne.