Li Îzmîrê 280 koçber û 7 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 280 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin û bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan jî 7 kes hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Parêzgariya Îzmîrê ragihand ku li navçeyên Karaburun, Foça, Bergama û Dikiliyê 280 koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatine desteserkirin.

280 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.

Li aliyê din, di operasyonan de bi hinceta ku derketina derve ya koçberan rêk xistine 7 kes hatin desteserkirin.

Ew piştî karên îfadeyê ji Dadgeha Îzmîrê re hatin şandin û dadgehê li ser 7 kesan biryara girtinê da.

Herwiha hêzên ewlehiyê bi hinceta ku ji bo qaçaxçîtiya koçberan hatine bikaranîn dest danî ser otobusek, otomobîlek û 2 mînîbusan.