Mînîbusê ji paş ve li barhilgirê da: 5 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê mînîbusek ji paş ve li barhilgirekê qelibî, 5 kesan canê xwe ji dest da.

Destê sibehê, li ser rêya Tokat-Sêwazê nêzîkî gundê Yatmişê mînîbusa ku ber bi Tokatê ve diçû ji paş ve li barhilgirekê qelibî.

Di encama qezayê de 5 kesên di mînîbusê de canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên parastina sivîlan 5 kes ji mînîbusê derxistin lê her 5an jî canê xwe ji dest dabû.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, şofêrê barhilgirê hatiye desteserkirin.

Herwiha heta niha nasnameyên kesên mirî nehatine destnîşankirin û nayê zanîn xelkê çi bajarekî yan çi navçeyekê ne.