HDP: Ji ber tawanbar nayên cezakirin binpêkirinên mafên mirov zêde dibin

10-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirov a HDPê Serhat Eren ragihand ku li seranserê Tirkiyê binpêkirinên mafên mirov zêde bûne û ev yek jî girêdayî polîtîkayên desthilatê ne ku tawanbar nayên cezakirin.

Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirov a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren bi helkefta 10ê Kanûnê “Roja Mafên Mirov a Cîhanî” li navenda giştî ya partiya xwe daxûyaniyek da.

Serhat Eren bal kişand ser rewşa binpêkirina mafan di girtîgehan de û got divê rê li ber vê yekê bê girtin.

Serhat  Eren got: “Polîtîkayên AKP û MHPê yên cezanekirinê sedema herî bingehîn e ku li Tirkiyê her diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Di bûyerên civakî de derbarê gumanbaran de lêpirsin nayê destpêkirin, lêpirsînên ku tên destpêkirin baş nayên kirin, di dozan de ji bo sucên giran cezayê herî kêm tê xwestin, zelalnekirina kesên sucdar û yên piştgirî didin wan rê li ber zêdebûna tawanan vedike. Herwiha ev polîtîkayên cezanekirinê bi gotinên berpirsên hikûmetê û dewletê jî tên bihêz kirin.”

Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirov a HDPê Serhat Eren di heman demê de tekez kir ku ligel hemû delîlan darizandin bi awayekî dadmendî nayê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst