Berdevkê Partiya Keskan: Ev du sal in belgeya damezrandinê nadin me

10-12-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya Keskan Koray Dogan Urbarli Damezirandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Keskan Koray Dogan Urbarli diyar kir ku ev du sal in di warê hiqûqî de hewl didin ku partiya xwe damezrînin lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îdîa kiriye ku belgeyên damezrandinê bo wan nehatine şandin.

Berdevkê Partiya Keskan Koray Dogan Urbayli ragihand ku 9ê Kanûna 2022ê rêveber û parêzerên wan bi armanca damezrandina fermî ya partiyê careke din belgeyên pêwîst radestî Wezareta Navxwe kirine û çaverê dikin di nav çend rojan de bersivek bê dayîn.

Li gor Urbayli dibêje wan belgeyên pêwîst bo damezrandinê 21ê Îlona 2020ê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê re şandibûn lê ti bersivek nehatibû dayîn.

Herwiha ligel ku sê caran sedema vê yekê hatiye pirsîn lê heta îsal jî bersivek wernegirtine. Urbayli amaje bi wê yekê dide ku wezaret bi awayekî ne hiqûqî tevdigere û ji bo damezrandina partiyeke siyasî divê ti astengî nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst