Li otoparka nexweşxaneyê cenazeyê jinekê hat dîtin: Berî 10 rojan miriye
Hewlêr (Rûdaw) – Li Nexweşxaneya Dewletê ya Stenbolê cenazeyê jineke ku berî 10 rojan miriye hat dîtin.
Karkerên asfaltê di otomobîleke ku li otoparka Nexweşxaneya Dewletê ya Stenbolê hatibû ragirtin de cenazeyê jinekê dîtin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên polîsan çûn cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînên hatine destpêkirin jina ku nasnameya wê nehat zanîn berî 10 rojan miriye.
Tîman ji bo otopsiyê cenaze bir morga Saziya Tiba Edlî.
Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.