Parlamenterê HEDEPê: Tirkiye dê bibêje Kurdistana herî mezin a min e

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HEDEPê yê Wanê rexne li desthilata Tirkiyeyê kirin ku binpêkariyên li hember Kurdan nabîne lê zilma li Uygurên Çînê tê kirin qebûl nake.

Parlamenterê HEDEPê yê Wanê Sînan Çîftyurek di Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Sînan Çîftyurek diyar kir ku derziya di çavê Çînê de dibînin lê şûjina di çavê Tirkiyeyê de nabînin.

Sînan Çîftyurek bal kişand ser wê yekê ku Uygur xwedî ziman, welat û paytext in, statûya wan heye lê Tirkiyeyê hebûna Kurdan qebûl nake.

Parlamenterê HEDEPê yê Wanê Sînan Çîftyurek got:

“Çawa zarokek bê dayik nabe! Neteweyek jî bê ax û welat nabe! Madem Kurd hene, Kurdistan jî heye.”

Çîftyurek ji parlamenteran re diyar kir ku nû ew dibêjin Kurd birayên me ne.

“Dê Çîn jî karta Kurdan dayîne pêşiya Tirkiyeyê”

Parlamenterê HEDEPê yê Wanê Sînan Çîftyurek axaftina xwe wiha berdewam kir:

Dîsa em hatine heman cihî. Opozîsyon dibêje çima Hikûmeta Tirkiyeyê rexneyan li Çînê nagire. Nikare rexne bike. Dema ku rexne bike, dê Çîn jî karta Kurdan dayîne pêşiya Tirkiyeyê.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji min baştir dizane vê yekê. Wê ji we re bibêje ku hûn jî hebûna Kurdan qebûl nakin, min statûya Uygûran nas kiriye.

Lewma ez careke din dibêjim, eger ku hûn derziya di çavê Çînê de dibînin, divê Tirkiye jî şûjina di çavê xwe de bibîne. Dema ku em dibêjin Kurdistan jî, qiyametê rast nekin.”

“Çima Tirkiye nabêje Kurdistan?”

Sînan Çîftyurek herwiha anî ziman:

“Zarokek bê dayik dibe parlementerên hêja, nabe! Ti neteweyeke bê ax û welat jî nîne li cîhanê. Kurdan jî axeke xwe heye. Welatekî xwe heye.

Hûn qebûl dikin. Hûn diçin Başûrê Kurdistanê alaya Kurdistanê li cem alaya xwe datînin. Çima hûn li vir qebûl nakin. Çima Tirkiye nabêje Kurdistan?

Bawer bikin, vê gotina min binivîsin, hûn dê wekî ku piştevaniya tîmeke futbolê bikin, hûn dê bibêjin Kurdistana herî mezin Kurdistana me ye. Ew roj zêde dûr nînin, ez dixwazim hûn jî bawer bikin.”