Li Enqerê 5 Efxan bi kêran hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Altindagê ya Enqereyê di malekê de termê 5 kesên Efxanî ku bi kêran hatibûn kuştin hatin dîtin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqerê Şewket Herkî ragihand ku îro 10ê Mijdara 2022ê li taxa Ornek a girêdayî navçeya Altindag a Enqerê di  malekê de termê 5 koçberên Efxanî  hatine dîtin.

Li gor zanyariyên peymanêrê Rûdawê ew koçber derdora berî heftiyekê bi kêran hatine kuştin û termê wan îro hatiye dîtin.

Li gor heman zanyariyên Peyamnêrê Rûdawê malbatên wan koçberan ev heftiyeke ti zanyariyek ji wan koçberan wernegirtine û hêzên ewlekariyê ji rewşê agahdar dikin. Dema hêzên ewlakariyê jî diçin mala wan termê her 5 koçberan dibînin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûne cihê bûyerê û termê her 5 koçberan bo beşa morgê ya nexweşxanayê hatine veguhastin.

Daxuyaniya parêzgariya Enqereyê

Parêzgariya Enqerê de barê mijarê de daxuyanî da û wiha got: "Bûyera trajîk a ku li maleke li navçeya me Altindagê qewimî û di encamê da 5 kesên ku welatiyên biyanî ne jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîn di bin çavdêriya Dozgerên me yên Komarê de ji hemû aliyan ve berdewam e. her dema sedemên bûyerê û bikerên wê hatin zanîn dê zanyarî bi raya giştî re bên parvekirin. ”

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê: Bi kêran hatine kuştin

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê jî  derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Li ser agahdariya  malbata kesekî ku digotin ev demeke jê bê xeber in hêzên ewlekariyê îro demjimêr derdora 19.30ê  çûne navnîşaneke li taxa Ornek a navçeya Altindag ku kesên biyanî têde diman. Piştî  derî şikandine û termê 5 mêrên ku bi kêran hatine kuştin dîtine.”

Serdozgeriya navborî ragihand ku karûbarên derbarê destnîşankirina wan koçberan ji aliyê Saziya Pizîşkiya Dadî û dozgerê nobedar ve hatine destpêkirin û berdewam in.