Saruhan Oluç: Divê Mehmet Emin Ozkan bê azadkirin

10-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç derbarê girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan ku 27 sal in girtiye got: “Divê  Mehmet Emin Ozkan bê azadkirin."

Komeleya Hiqûqnasên Bo Azadiyê ragihand îro li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Edeneyê rûniştina doza girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan heye ku 27 sal in girtiye.

Komeleya Hiqûqnasên Bo Azadiyê roja Pêncşemê10ê Mijdara 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û dibêje îro li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Edeneyê rûniştina doza girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan heye ku 27 sal in girtiye.

Di Twîtterê xwe de Komeleya Hiqûqnasên Bo Azadiyê nivîsandiye: “Mehmet Emin Ozkan ligel ku bi xwe ne tawanbar e û rewşa tendirûstiya wî ne guncav e ku li girtîgehê bimîne dîsan jî ev 27 sal in girtî ye. Îro li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê rûniştina doza wî heye. Divê ev zilm bê bidawîkirin.”

Girtiyê Kurd Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî,  ku ji ber bûyerên di 22ê Cotmeha 1993an de li navçeya Licê ser bi Amedê ve girtî ye û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, ev 27 sal in di girtîgehê de ye û ew bi kuştina Tuggeneralê Artêşa Tirkiyê Bahtîyar Aydin tê tometbarkirin lê tu belge di vê derbarê de nînin ku vê tawanbariyê piştrast bikin.

Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç jî doh  li Parlamentoya Tirkiyê derbarê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan de axivî û got em hêvîdarin di rûniştina sibê de bê azadkirin.

Saruhan Oluç tekez kir ku divê Ozkan bê berdan û got: “Mehmet Emin Ozkan ne di rewşekê de ye ku bikaribe ligel malbata xwe hevdîtinê bike. Ozkan hem ji ber temenê xwe û hem jî ji ber nexweşiyên xwe yên giran ne di rewşeke wiha de ye ku bikaribe li girtîgehê jî bimîne. Rapora wî ya tendirûstiyê heye ku di raporê de tê gotin nikare li girtîgehê bimîne. Em hêvîdarin bê azadkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst