Derbarê Demîrtaş de doza ‘çekên kîmyewî’ hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de ji ber îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê bo ser gerîlayên PKKê gilî tomarkir û li ser vê yekê lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ji ber daxuyaniya Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ya li ser îdîayên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi îdîaya ku “Propagandeya rêxistina terorê kiriye” û “Sivikatiya saziyên dewletî” gilî tomarkir.

Li gor daxuyaniya Gruba Parastina Demirtaş li ser vî giliyê wezaretê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîn daye destpêkirin û bi hinceta “Êrîşa ser rûmet û mafên şexsîyeta artêşa Tirkiyê” bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dozeke 100 hezar lîre ya manevî hatiye vekirin.

Grubê derbarê mijarê de amaje bi wê yekê daye ku gotinên Demirtaş di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye û dibêje: “Ev doza hatiye vekirin û giliyê hatiye tomarkirin ne hiqûqî û ne aqlane ye. Tê wateya vetisandina azadiya niqaşên siyasî û rê girtina azadiya xwe îfadekirinê. Di heman demê de mînakeke ji bo pratîka nefretê ya ku salên dirêj in dijî Demirtaş tê birêvebirin. Ji ber Demirtaş heq e emê berdewam bin li ser parastina wî.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş 19ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam belav kiribû û gotibû: “1-Parêzerên min agahdarkirin derbarê bikaranîna çekên kîmyayê bo ser endamên PKKê dîmen hatine belavkirin. Ji bo zelalkirina vê rewşê divê şandek serbixwe û navdewletî lêkolîn bike. Divê şert û mercên lêkolînê bên avakirin. 2- Hinceta wê çi dibe bila bibe bikaranîna çekên kîmyayî li her derê cîhanê sucekî giran e. Eger tiştekî wiha hebe berpirsiyarê wê dê desthilata AKP-MHP be ku di polîtîkayên xwe yên şer de sînoran nas nakin.”

Demirtaşê ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye di Doza Kobanê de tê darizandin.

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmeha 2022ê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.