Li Tirkiyê di 7 mehan de elektrîka 35 hezar aboneyan hatiye qutkirin

10-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand ku di 7 mehên destpêka îsal de li 26 parêzgehan ji ber faturayên xwe nedane elektrîka 34 hezar û 790 aboneyan hatiye qutkirin.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê bersiva pirsyarnameya Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu da ku pirsî bû ka hejmara aboneyên elektrîka wan hatiye qutkirin çiqas e.

Fatih Donmez diyar kir ku di navbera mehên Çile û Temûza îsal de ku 7 mehan li xwe digre, li 26 parêzgehan ji ber faturaya elektrîkê nedane, elektrîka 34 hezar û 790 aboneyan hatiye qutkirin.

Donmez got, herwiha di wan 7 mehan de aboneyên ku pereyê girtin û vekirinê 182 lîre dane û elektrîka xwe careke din dane vekirin ji nav vê hejmarê hatiye derxistin.

Ji ber vê yekê jî Parlamenterê CHPê îdîa kir ku hejmara aboneyên elektrîka wan hatiye qutkirin ji vê hejmara hatiye diyarkirin zêdetir e.

Li gor daxuyaniya Donmez, li parêzgeha Stenbolê di 7 mehên destpêka îsal de elektrîka ti aboneyan nehatiye qutkirin ku sala borî elektrîka 37 hezar û 580 kesan ji ber deyn hatibû qutkirin. Li gor lîsteya Donmez eşkere kiriye heman demê li parêzgehên wek Bedlîs, Colemêrg, Mûşê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Aksaray û Yalova yên Tirkiyê jî elektrîka ti aboneyan nehatiye qutkirin.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu derbarê mijarê de da zanîn ku wî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez mijar gotûbêj kiriye û got, hejmara rast a aboneyên ku elektrîka wan hatiye qutkirin tê veşartin.

Tanrikulu dibêje: “Me zanî ku aboneyên elektrîka wan hatiye qutkirin piştî pere dane û elektrîka xwe vekirine ji lîsteyê hatine derxistin û bi vî awayî hejmar kêm hatiye diyarkirin. Rewşeke bi vî awayî di amarên sala borî de jî hat kirin. Mixabin hejmara hejarên di tarîtiyê de mane ji xelkê tê veşartin.”

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez Nîsana îsal li ser pirsyarnameya CHPê eşkere kiribû ku di sala 2021ê de elektrîka 2 milyon û 970 hezar û 505 aboneyan hatiye qutkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst