Perînçek: Erdogan û Bahçelî ji bo projeya Kurdistanê îqna bûne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Recep Tayyîp Erdogan Dogu Perînçek Dem Partî PKK Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek îdia kir ku Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ji bo projeya Kurdistana Mezin îqna bûne.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, li ser silavdayîn û peyamên Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî yên ji bo DEM Partiyê axivî.

Dogu Perînçek behsa silava Devlet Bahçelî û Tuncer Bakirhan kir û wiha got:

"Ev dest li ku derê hatiye dirêjkirin?! Hûn dikarin li korîdora meclîsê rastî hevdû werin, di merasîmekê de rastî hevdû werin û destên xwe bidin hev.

Em jî dê destê wan bigirin. Ji xwe ya rast ew e ku mirov destê xwe dirêjî hevdû bike.

Devlet Bahçelî di civîna parlamentoyê de li pêş raya giştî ji maseya xwe radibe û diçe ber maseyên DEM Partiyê û dest dide wan.

Ev bernameyek e, projeyek e û planek e. Çi ye ew plan, dixwazin plana Kurdistana di bin hîmayeya Tirkiyeyê de dîsa bînin rojevê.

Ew destê hatiye girtin destê PKKyê ye. DEM Partî bi xwe PKK ye û ew bi xwe dibêjin PKK li pişt me ye û vê jî venaşêrin."

“Amerîka dixwaze Kurdistanê ava bike”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek her wiha anî ziman:

"Bahçelî diçe destê PKKyê digire. Çi cudahî nînin ha destê Ocalan hatiye girtin, ha destê Cemîl Bayik hatiye girtin û ha jî destê DEM Partiyê hatiye girtin.

Ji xwe Bahçelî jî eşkere kir ku wî li gorî planekê ew kar kiriye.

Amerîka sala 1963yan û piştre jî sala 1988an bi berdewamî pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye.

Amerîka ji Tirkiyeyê re dibêje, bihêlin em Kurdistanê ava bikin û bidin hîmayeta we’ berê li bakurê Sûriyeyê korîdora Amerîka-Îsraîlê vekirin.

Di her du şerên Kendavê yên 1991 û 2003yan de li bakurê Îraqê, wan dewleta Kurdistanê ava kir.

Lingê sêyem ê vê projeyê avakirina Kurdistanê ye li Amedê li nava axa Tirkiyeyê.

Niha em dibînin ku ev proje dîsa hatiye rojevê û Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî ji bo vê îqna bûne.“

Çi bûbû?

1ê Çiriya Pêşînê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoya Tirkiyeyê çûbû ber rêzên DEM Partiyê û bi destê hevserok û parlamenterên DEM Partiyê girtibû.

Bahçelî destê xwe da Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kir.

Devlet Bahçelî ji bilî Bakirhan, destê xwe dirêjî Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst