STENBOL - Kesekî jinek kuşt û dawî li jiyana xwe anî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê kesekî li baxçeyê nexweşxaneyekê bi çekê jinek kuşt û piştre dawî li jiyana xwe anî.

Li navçeya Bakirkoyê li baxçeyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konukê ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn kesekî gule li jinekê reşandin û piştî wê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku her du kesan jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Dozgeriyê li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin û lêkolîna ji bo diyarkirina nasnameya her du kesan berdewam e.

Berî çend rojan li navçeya Fatihê jî kesekî 19 salî piştî ku 2 jin kuştibûn xwe ji sûran avêtibû û dawî li jiyana xwe anî bû.