Mir, sax bû, dîsa mir!

9 demjimêr berê
Nîşan Stenbol Mirin Saxbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Halît Bayşuyê 80 salî mir, sax bû û careke din mir.

Bûyerê li navçeya Fatîhê ya Stenbolê rû da.

Li gorî nûçeya DHAyê, dema nimêj li ser cenazeyê Halît Bayşu dihat kirin deng ji darbesta wî hat.

Xelkê li merasîma cenaze yekser xeber da tîmên tenduristiyê.

Dema tîm hatin wan tesbît kir ku zilamê 80 salî nemiriye.

Li cihê bûyera midaxeleya ewil hat kirin, tîman paşê ew bir nexweşxaneyê.

Halît Bayşu li wê derê ji mirinê filitî lê li nexweşxaneyê careke din mir.

“Deng ji darbesta wî dihat”

Muxtarê Taxa Ayvansarayê Galîp Akçay li ser bûyerê got:

“Bi rastî deng ji darbesta wî dihat, me telefonî ambulansê kir û wan jî tabût vekir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst