Dadgehê cezayê Selçuk Mizrakli pesend kir

11 demjimêr berê
Nîşan Selçuk Mizrakli Dadgeha Bilind Ceza Pesendkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cezayê serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli pesend kir.

Selçuk Mizrakli 31ê Adara 2019an bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Lê 19ê Tebaxa 2019an li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û 9 sal û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Heman dadgehê berê ev ceza betal kiribû lê 29ê Çiriya Paşîn a 2023yan li ser îfadeya “şahidekî din” dîsa heman ceza dabû Mizrakli.

Parêzerên Mizrakli îtirazî vê biryara nû kir û xwest ku cezayê wî were betalkirin.

Lê Daîreya 3yemîn a Ceza ya Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê Mizrakli pesend kir.

Muhsîn Bîlalê parêzerê Mizrakli ji Arti Gerçekê ragihand ku Dadgeha Bilind vê carê cezayê Mizrakli erê kiriye.

“Ev biryareke siyasî ye”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser biryarê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got:

“Ev ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye. Di serî de gelê Amedê, li cem Kurdan û raya giştî hikmê vê derbeya darazê nîne.”

Divê were gotin ku Selçuk Mizrakli ji 21ê Çiriya Pêşîn a 2019an ve girtî ye.

Berê li Girtîgeha Qeyseriyê dihat girtin lê Wezareta Dadê sala 2022yan ew veguhast Girtîgeha Edîrneyê û niha bi Selahattîn Demîrtaş re di heman şaneyê de dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst