ISIG: Meha Îlonê 151 karkeran canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) –  ISIGê ragihand ku di nava meha Îlonê de 201 karkeran canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya meha Îlonê ya li ser mirina karkeran ragihand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Îlonê de 151 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Li gorî raporê ji wan kesên canê xwe ji dest daye 75 koçber in.

Ji sersalê ve hezar û 409  karkeran canê xwe ji dest daye

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeranrapora xwe ya “Cinayetên Kar” a 9 mehên destpêkê yên 2023yan eşkere kir.

Ji destpêka salê heta niha jî hezar û 409 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Ji vê hejmarê 44 zarok û 136 jî jin bûne. Herî zêde di sektorên avahîsazî, rê û ban û çandiniyê de karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên ISIGê di 9 mehên destpêkê yên sala 2023an de, di sektora çêkirina avahî û rêyan de 261 karkeran, di sektora çandiniyê de 259 karkeran, di sektora veguhestinê de 171 karkeran canê xwe ji dest dayee.

Di 9 mehan de 75 karkerên koçber canê xwe ji dest dane ku 29 jê welatiyên Sûriyeyê bûne.