Mustefa Sarigul ji Amedê ji bo girtiyan banga efûya giştî kir

10-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mustafa Sarigul Amed Efû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Mustafa Sarigu, li Amedê xwest efûyeke giştî ji bo girtiyan were derxistin.

Parlamenterê CHPyê yê Erzinganê Mustafa Sarigul çû bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.

Mustafa Sarigul li pêşiya girtîgeha girtî ya Amedê ji rojnamegeran re axivî.

Mustafa Sarigul bi bîr xist 10 salî û 50 saliya Komara Tirkiyeyê de efûyên giştî ji bo girtiyan hatine derxistin.

Sarigul got, banga wî ji bo hemû partiyên siyasî ye, bela werin ew bi hev re  di sedsala komarê de efûyekê derxin û dilê girtiyan xweş bikin.

Parlamenterê CHPyê wiha axivî:

“Di salên 10emîn û 50emîn ên Komarê de efûyên giştî derketin. Înşelleh eger Xwedê rê bide ez li bendê me ku parlamentoya bilind di sala 100emîn a komarê de jî efûyeke giştî derbixe.

Banga min bo hemû partiyên siyasî ye, werin em bi hevkarî ji bo dayik, bav û zarokan bibêjin efû bike Tirkiye û di sedsala komarê de efûyekê derbixin û rûyê mehkûmên qederê bidin kenandin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 399 girtîgeh hene.

Dikarin 289 hezar û 974 kesan hilgirin. Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, heta dawiya Çileyê îsal 341 hezar û 497 girtî hene. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst