Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Hemû santralên PKK û YPGyê armancên me ne

10-10-2023
Nîşan Yaşar Guler Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê got, “Hemû çalakî û santralên PKK û YPGyê yên li Îraq û Sûriyeyê armancên me yên rewa ne.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku wan ji 1 heta 8ê Çiriya Pêşînê li hemberî PKK û YPGyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê “operasyonên berfireh ên hewayî” pêk anîne.

Yaşar Guler, got ku “operasyonên wan bi awayekî serkeftî hatine kirin” û santral û çavkaniyên dahatê yên YPGyê hatine îmhakirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, di van operasyonan de herî kêm 150 endamên PKK û YPGyê canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler doh, di merasîma destpêkirina sala xwendinê ya Zanîngeha Parastina Niştîmanî ya Tirkiyeyê de, li bajarê Stenbolê axivî.

Yaşar Guler, amarên dawiyê yên operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê parve kirin.

Guler ragihand ku wan 1, 3 û 4ê Çiriya Pêşînê li Başûrê Kurdistanê, 5 û 6ê Çiriya Pêşînê jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistan operasyonên berfireh ên hewayî pêk anîne.

"Armancên me yên rewa ne"

Guler gef xwar ku dê operasyon berdewam bikin û got:

“Ez dixwazim careke din tekez bikim, hemû çalakî û santralên PKK/KCK, PYD û YPGyê yên li Îraq û Sûriyeyê armancên me yên rewa ne.”

Guler herwiha da zanîn ku wan operasyonên xwe de wesayitên giran ên bombebaranê jî bi kar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst