Li Samsunê bîra avê hedimî: 2 karker mirin

10-09-2024
Nîşan Samsun Bafra Karker Bîra Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Bafrayê ya Samsûnê 2 karkerên bîr dikolan di bin axê de man û mirin.

Li gorî zanyariyan, 2 karkeran li taxa Evrenkuşagiyê dema bîra avê dikolan bîr hedimî û tije ax bû.

Karkererên bi navên Sabrî Bayraktar û Mustafa Aydin ên di bin bîrê de bûn canê xwe ji dest da.

Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), cendirme, Tîmên parastina sivalan û tîmên tenduristyê çûn cihê bûyerê.

Piştî xebatên lêgerinê cenazeyên her du karkeran ji bîrê hatin derxistin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Samsunê Halît Dogan li ser bûyerê eşkere kir bûyer ji ber hilweşîna bîrê bûye û karker ji ber hilweşîna bîrê mirine.

Halît Dogan amaje bi wê yekê kir ku cenazeyên karkeran ji aliyê tîmên lêgeherîn û rizgarkirinê ve hatine derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst