Şûrên kişandî û bêdengiya Yaşar Guler

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku dibe Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler piştî bûyera “şûrkişandinê” dev ji karê xwe berde.

Hinek leşkeran li Enqereyê di merasîma derçûnê ya ji akademiya leşkerî de şûrên xwe kişandin û wan got, “Em leşkerên Mistefa Kemal in.”

Ev dîmen di siyaseta Tirkiyeyê de bûne rojeveke germ.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî bêdengiyeke ji hefteyekê zêdetir got ku ew leşker dê ji artêşê werin dûrxistin.

“Hûn van şûran li kê dikişînin?”

Erdogan bertekeke tund nîşanî wan leşkeran da û got:

“Hûn van şûran li kê dikişînin. Niha derbarê van hemû lêkolîn tên kirin. Em dê wan paqij bikin.”

“Milet vê yekê ji bîr nake û efû nake”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê Xê rexne li Erdogan girtin û got:

“Gelekî watedar e ku 8 rojan bisekinî, bifikirî û piştre vê bertekê nîşan bidî.

Milet vê yekê ji bîr nake û efû nake, dev jê berdin.”

Bêdengiya Wezîr

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji demê ve bê deng e û li ser mijarê tiştek negotiye.

Rojnameger Tolga Şardan di nivîsa xwe ya di T24ê de got, hinek îdia hene ku dibêjin Yaşar Guler civanên xwe betal kirine û dê dev ji karê xwe berde.

“Tê gotin ku dê Guler dev ji karê xwe berde”

Beşa nivîsa Tolga Şardan a li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Ji Erdogan bigire heta bi siyasetmedar û subayên teqawîd her kes li ser mijarê axivî.

Tenê kesek neaxivî ew jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler e.

Li Enqereyê tê gotin ku Guler ji wê rojê ve civanên xwe betal dike û eger ne gelekî mecbûrî be kesî nabîne.

Tewr tê gotin ku dê Yaşar Guler ji dawiya hefteyê û pê de dev ji karê xwe berde. Ev agahiya biîdia bi dengekî bilind tê gotin.”

Şûrên leşkeran

Îsal yekemînên her sê kolêjên şer ên deryayî, asmanî û bejahî yên Tirkiyeyê jin bûn.

Îsal sonda leşkeran ji bernameyê hat derxistin û Erdogan jî beşdarî bernameyê bû.

Piştî bidawîbûna bernameya fermî û Erdogan ji cihê bernameyê veqetiya.

Ji 960 leşkerî nêzîkî nîvê wan şûrên xwe yên girêdayî kişandin û ji cihê rêûresmê derketin.

Wan xelekek çêkir û dirûşma “Em leşkerên Mistefa Kemal in” bilind kir.

Wezareta Parastinê ya derbarê bûyerê lêkolîn da destpêkirin.