Li Stenbolê 8 kes hatin desteserkirin, li Colemêrgê 19 kes hatin berdan

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan PKK Operasyon Stenbol Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê bi hinceta “hevkariya PKKyê” 8 kes hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jî 19 girtî hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hinceta ku wan “hevkariya PKKyê” kiriye derbarê 9 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Stenbolê, îro serê sibehê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Arnavutkoy, Avcilar, Beyoglu û Esenyurtê bi ser malan de girt.

Di encama biserdegirtina malan de  8 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 8 kesên ku hatibûn desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê.

Hêzên Tirkiyeyê her wiha dest danî ser gelek pirtûk û alavên dijîtal.

Li Colemêrgê 19 kes hatin berdan

Li aliyê din, rûniştina doza 19 kesan hat kirin ku ji ber protestoyên tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê hatibûn girtin.

Doz li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat dîtin.

Di encama darizandinê de 19 kesên ku hatibûn girtin bi biryara dadgehê hatin berdan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst