Li Edirneyê 12 otomobîl li hev qelibîn: Kesek mir û 36 kes birîndar bûn

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Edirne Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê 12 otomobîl li hev qelibîn.

Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 36 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li ser rêya navbera Edirne û Stenbolê ji ber sedemeke nediyar agir bi zevî û darên li kêleka rê ket.

Li devera ku agir pêketiye 8 otomobîl, 3 TIR û barhilgirek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di encama qezayê de kesekî canî xwe ji dest da û 36 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Edirne û Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst