ISIG: Meha tebaxê 201 karkeran canê xwe ji dest daye

Hewlêr (Rûdaw) –  ISIGê ragihand ku di nava meha tebaxê de 201 karkeran canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya meha Tebaxê ya li ser mirina karkeran ragihand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Tebaxê de 201 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Ji sersalê ve hezar û 255 karkeran canê xwe ji dest daye

Ji destpêka salê heta niha jî hezar û 255 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Li gor rapora ISIGê, meha kanûna paşînê 116 karkeran, sibatê 195 karkeran, adarê 130 karkerî, nîsanê 123 karkeran, gulanê 146 karkeran, hezîranê 161 karkeran, tîrmehê 183 karkeran û Tebaxê jî 201 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Meha tebaxê herî zêde di sektorên avahîsazî û rêyan de mirinên li ser kar çêbûne ku 53 karkeran canê xwe ji dest daye.

52 karkeran di sektora çandiniyê de, 25 karkeran di sektora veguhestinê de û 11 karkeran jî di sektora metalê de canê xwe ji dest daye.

Sedemên mirina karkeran

Li gor raporê sedemên mirina karkeran ên meha Tebaxê ev in:

“Di bûyerên trafîk û serwîsan de 52, ji ber ketina ji cihekî bilind 25, ji ber girtina elektrîkê û hilweşîna tiştekî 24 û ji ber krîza dil û çûyîna xwîna ser mêjî 24 karkeran canê xwe ji dest daye.

Ji ber teqîn û şewitînê 10, ji ber jehrîbûn û xeniqînê 6, ji ber xwekuştinê 5, ji ber ketina tiştekî bi ser wan de 3, ji ber sedemên din jî 17 karkeran canê xwe ji dest daye.”

Di meha Tebaxê de herwiha 6 zarokên 14 salî û biçûktir û 6 zarokên 15-17 salî canê xwe ji dest daye.

Li gor raporê îsal 40 zarokî canê xwe ji dest daye ku 18 ji wan 14 salî û ji 14 biçûktir bûne.

Herwiha ji wê hejmarê 11 karker jî penaber an jî koçber bûne.