CHPyê li ser gotinên Sezgin Tanrikulu daxuyanî da: Nayê qebûlkirin

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê CHPyê ragihand ku ew gotinên Sezgîn Tanrikulu yên li ser artêşa Tirkiyeyê qebûl nakin û dê vê mijarê gotûbêj bikin.

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu roja yekşemê di bernameyeke televîzyonî de behsa tawanên artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê kir û got:

“Artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi wê yekê tohmetbar e ku li parêzgeha Amedê 15 welatî ji helîkopterê avêtine.”

Berdevkê CHPyê Faik Oztrak jî li ser hesabê xwe yê tora civakî nerazîbûn nîşanî parlamenterê partiya xwe yê Amedê da.

“Nayê qebûlkirin”

Berdevkê CHPyê Faik Oztrak di parvekirina xwe de got:

“Gotinên Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirk de ku roniya çavê miletê me ye, tohmetbar dike nayên qebûlkirin.”

Oztrak diyar kir ku ew dê mijarê di komîsyonên desthilatdar ên partiya xwe de bîne rojevê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqeryê jî ji ber axaftinên ku di bernameyeke televizyonî ya Tirkiyeyê de kiribûn derbarê Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn da destpêkirin.

“Dema hûn lînç dikin rastî ji holê ranabin”

Sezgîn Tanrikulu piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser wî lêpirsîn da destpêkirin ragihand:

“Divê lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di roja betlaneyê de li ser min da destpêkirin û ji raya giştî re ragihand neyê piştguhkirin.”

“AK Partî xwediyê dewleta tarî yê nû ye”

Tanrikulu derbarê lêpirsînê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:

“Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji raya giştî re ragihandiye ku derbarê min de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Du mijar hene: Ya yekemîn bi hinceta berdewamiya karên dewletê xwedî lê derketina binpêkirinên giran ên li hemberî Kurdan e ku berî damezrandina AK Partiyê hatine kirin.

Bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye îspatkirin ku tawan in û ji aliyê parlamenter û rêveberên AK Partiyê ve destpêkirina kampanyaya lîncê careke din îtirafa wê yekê ye ku AK Partî xwediyê dewleta tarî yê nû ye.

Ya duyemîn: Divê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku divê li pey çete, qaçaxçiyên madeyên hişbir û gendelkaran be di roja betlaneyê de derbarê min de da destpêkirin û ji raya giştî re ragihand neyê piştguhkirin.”

"Ev ne biryarên min in"

Tanrikulu wiha berdewam kir:

“Ez dê bi kurtasî du buyerên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ceza li Tirkiyê biriye parve bikim.

Ya yekem biryara derbarê bûyera Çiriya Pêşîn a 1993yan a li navçeya Pasûrê ya Amedê ku 11 gundî çawa hatine wendakirin e.

Dewletê înkar kiriye ev gundî piştî ku bi helîkopterê hatine birin hatine wendakirin. Lêbelê xizmên 11 kesan şahid in ku mirovên wan bi helîkopterê birine. Gundî bi zorê hatin wendakirin.

Doza duyem li ser bombebarankirina gundên Gever û Bêsûkê yên Şirnexê û kuştina 33 gundiyan ji aliyê balafirên şer ve ye.

Ev ne biryarên min in, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Ev hişmendiya ku niha min lînç dike, dê 10 salên din kesên ku bibêjin li Roboskiyê komkujî hat kirin jî lînç bike. Lê dema hûn lînç dikin rastî ji holê ranabin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst