Ekrem Îmamoglu sedema qezaya metrobusê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, li ser qezaya metrobusê, “Di qeydên qezayê de, ji dîmen û qeyda deng a ku me bi dest xistiye, derket holê ku şofêr bi qêrîn dibêje, 'Ez nebaş im, gazî ambulansê bikin' û ji ser hişê xwe diçe û otobus ber bi kêlekê ve diçe, li otobusa din diqelibe.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu tevî Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener beşdarî vekirina Navenda Perwerde, Çand û Jiyana Civakî ya Çengelkoyê ya bû.

Îmamoglu li ser qezaya metrobusê ya li Avcilarê ku duh 99 kes birîndar bûn de daxuyanî da.

Îmamoglu got, “Zêdeyî 100 hezar kes derdora demjimêr 18.30an de geştê dikin. Qeza li vir pêk hat. Ev qezaya ku di saet 18.30an de pêk hat, bi mudaxeleya lezgîn a tîmên me di nava 2 saetan de rê hat vekirin.”

Sedema qezayê hat eşkerekirin

Ekrem Îmamoglu li ser sedema qezayê anî ziman, “Di qeydên qezayê de, ji dîmen û qeyda deng a ku me bi dest xistiye, derket holê ku şofêr bi qêrîn dibêje, 'Ez nebaş im, gazî ambulansê bikin' û ji ser hişê xwe diçe û otobus ber bi kêlekê ve diçe, li otobusa din diqelibe.”

Îmamoglu got, “Nêzîkî 117 kesan bo nexweşxaneyan hatin birin. Heta niha ez dikarim bibêjim ku tenê ji 10 kesan zêdetir li nexweşxaneyê mane. Hejmara birîndaran derdora 10 e. Du nexweşên me emeliyat bûn, her du jî ajokarên me ne. Ajokarên me yên xwedî ezmûn hene. Ajokarên ku nexweş şofêrên me ne ku ji sala 2012an vir ve li ser xeta metrobusê dixebitin. Ji qeyda deng û dîmenan diyar dibe ku ew nebaş bûye. Min li nexweşxaneyê serdana welatiyên me kir.”