IŞKUR: Di meha Tebaxê de 149 hezar bêkar hatine tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Kar a Tirkiyê (IŞKUR) di Tebaxa 2022an de li gor heman dema sala borî hejmara kesên bêkar ên hatine tomarkirin bi rêjeya %4.7 zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 343 hezar kesan. Saziya Kar a Tirkiyê (IS-KUR) amarên bêkariyê yên Tebaxa 2022ê eşkere kirin.

Li gor amarên IŞKURê Tebaxa îsal hejmara bêkarên hatine tomarkirin 149 hezar kes zêde bûne û ev hejmar gihiştiye 3 milyon û 343 hezar û 638 kesan. Ji wan 1 milyon û 650 hezar jin û 1 milyon û 661 hezar jî mêr in. Herwiha sala borî di heman mehê de ev hejmar 3 milyon û 194 kes bû.

Di Tebaxa îsal de hejmara bêkarên jin ên hatine tomarkirin %7.6 û ya mêran jî %1.9 zêde bûye. Saziya Kar a Tirkiyê di Hezîrana îsal de jî eşkere kiribû ku hejmara bêkarên hatine tomarkirin bi rêjeya %20.9 zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 568 hezar û 171 kesan.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihandibû ku li gor meha borî di Hezîranê de rêjeya hejmara kesên bêkar ên hatine tomarkirin %0.3 wate 136 hezar kes kêm bûne.