Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya li ser behrê

Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Kalamiş a Stenbolê tîmeke xwebexşan ji sala 2001ê vir ve ye, gelek keştî û mirov ji bahozên nava behra Marmarayê xelas kirine. Her car guhê wan li hawarekê ye ku alîkariyê dixwaze. Ew li botên xwe siwar dibin, geh roj geh bi şev be, berê xwe didin nav tofanan ji bo jiyana mirovan xelas bikin.


Ji zemanê berê heta niha mirovan hewl dane keştî û belemên dirust çêbikin daku karibin li ber ba û bahozan li ber xwe bidin. Her ku dem derbas bûye û teknolojî bi pêşve çûye, keştî jî saxlemtir bûne. Lê behr behra berê, tofan tofanên berê ne.


Hêj keştî û belem di tofanan de yan asê dimînin an noqî bin avê dibin û gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Lê hin xwebexşan komele avakirine bo xelaskirina belem û keştiyên sivîl. Li Kalamişa Stenbolê bi rêveberiya Selamî Ahî, Tîma Lêgerîn û Xelaskirinê her car amade ye ji bo bûyerên li ser behra Marmara.


Rêveberê Komeleya Alîkariya Deryavanan Turgay Ertaç da zanîn ku komele ji aliyê serbazên xanenîşîn ve di sala 1993an de hatiye avakirin û Ew komeleyeke sivîl e, û ji avakirina wê bi şûn de, komele lê fikiriye ka çawa dikare alîkariya deryavanan bike û piştre hewl daye daku hemû deryavanên sivîl li bin heman sitareyê kom bike û bi saya vê wan biparêze û wiha pêde çû:


“Piştî hin karan di derbarê vê de tişta ku em jê re dibêjin ‘search and rescue’ ku maneya wê li ser behrê lêgerîn û xelaskirin e, ava kirine. Piştî avakirina tîma lêgerîn û xelaskirinê pêdivî bi botan çêbûye. Ji ber wexta hin kesan ji nava behrê hawar kir bo alîkariyê, divê bot hebin ji bo mirov bigihe wan. Komeleyeke sivîl a Brîtanyayê hebû ku mirov ji behrê xelas dikirin. Komeleya me bi wan re têkilî datîne. Di sala 2001ê de wê komeleyê du bot diyarî me kirin ji bo em bikaribin wan bikar bînin. Yanî di sala 2001ê de, Tîma Lêgerîn û Xelaskirinê di bin navê Komeleya Alîkariya Deryavanan de hatiye avakirin û di heman salê de bûye xwediya 2 botan.



Tîma lêgerîn û xelaskirinê heta niha gelek kes xelas kirine. Ji ber ku ba û bahozên Behra Marmara dijwar in, her car pêwistî bi wan dibe. Lê ew jî pêwistiya wan bi piştgiriya xelkê heye.



Turgay Ertaç diyar kir ku piştî hatina botan êdî pêdivî bi mirovan bû ku bikarin wan biajon û wiha axifî: “Bangewazî li xelkê hat kirin ji bo xwebexşan. Xelk gelekî pê re eleqedar bûne. Dûre ewên ku serî lêdane hatine perwerdekirin. Lê ew perwerdehî gelekî dijwar in. Ji ber divê ew bikaribin li ser behrê karê lêgerîn û xelaskirinê bikin. Divê ew di vî warî de ezmûnan jî derbas bikin. Yanî ji sala 2001ê û vir ve ye li herêma Marmara, di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Peravan de em ji bo vî karî hewldanan dikin. Navenda me li Kalamişê ye. Ji 2001ê û vir ve ye bi qasî nîvçembereke 8000 mîlên behrê bi dûrahî de em bi hawara 2000 bûyeran ve çûn.”



Ev tîm alîkariya keştiyên biçûk ên weke belem an yextan dike ku ew amator in. Ew yekser digihîjin cihê bûyerê û xelat û zencîran diavêjin keştiyan û wan ji bahoz û pêlên xurt xelas dikin. Serpîl Xanim jî piştî ku xanenîşîn bûye bûye xwebexş daku keştiyan xelas bike.


Yek ji Xwebexşa Komeleya Alîkariya Deryavanan Serpil Çam jî got: “Ji sala 2009an û vir ve ez xwebexşa vê tîmê me. Em xwebexş bûn bi şûn de herî kêm salekê perwerdehî dibînin. Em di wezîfeyan de cih digirin û tevlî doran dibin. Zanîna kirina hin tiştan têrê nake divê tu bikarî wezîfeyan bi cih bînî û vê bi tîmekê re bikî. Piştî tevlîbûna kar û wezîfeyan kaptanekî botê te pêşniyar dike. Ku qebûl bikin dubare perwerdehî dibînî. Piştre dikevî ezmûnê. Ew ezmûneke dijwar e. Hema bêje weke ya zanîngehê ye. Piştre ku tu karibî vî karî bikî yanî weke endamekî tu bê erêkirin bi wezîfeya kaptanê ser dîmena botê dest pê dikî. Lê di bingeh de kar tê dabeşbikirin. Em herî kêm 3 kes bi hev re derdikevin deryayê. Yanî di botekê de herî kêm 3 kes hene. Tu carî em bi tena serê xwe dernakevin. Kaptanê keştiyê li ser dîmenê disekine û berpirsiyarê tîmê ye. Li ser keştiyê wezîfeya her kesî girîng e, lewma divê her kes bi layiqî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.”


Li behra Marmarayê gelek bûyer çêdibin. Lewma herdem pêwistî bi hejmareke zêde ya xwebexşan heye.


Ertaç herwiha got: “Em hinek caran li ser medya civakî bangewazî dikin wexta ku pêwistiya me bi xwebexşan hebe. Carina xwebexşên me hevalên xwe agahdar dikin. Li zanîngehan jî em xwe didin nasîn. Ji wexta ku hatiye avakirin nêzîkî 1500 kes bûne xwebexş.”



Tîma lêgerîn û xelaskirinê her dem amade ye. Ji nava behrê çawa banga hawarê dibihîzin bi gaziyê ve diçin. Ew çi bi roj be yan bi şev be.


Rêveberê Komeleya Alîkariya Deryavanan  got jî: “Tîma lêgerîn û xelaskirinê li ser karê xwe ye, deryavanên me ewle ne. Deryavanên amator ku dixwazin bigihîjin me, dikarin kanal 16, kanal 72 û kanal 73 bikar bînin.”