Abdullatîf Şener: Giştpirsî gavekê ji bo dahatûyê ye

10-09-2017
Kemal Avcı
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Giştpirsî Abdullatîf Şener
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Giştpirsiya Herema Kurdistanê li Tirkiyê jî bi nezikî ve tê şopandin. Cigirê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Abdullatîf Şener got, giştpirsî gaveke ji bo dahatûyê ye

 

Siyasetmedar di vî warî de bûne du beş, hinek ji wan piştgiriyê didin giştpirsiyê. Hinek jî ji wan li dijî giştpirsiyê derdikevin. Cigirê berê yê serokwezîrê Tirkiyê  Abdullatîf Şener jî Rudawê re got “giştpirsî ji bo serxwebûne gavek e û ez hevî dikim nebe sedema pevçûnan.”

 

Cigirê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Abdullatîf Şener ji Rûdawê re wiha got: “Ya ku em dibînin ew e; dê li bakurê Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê ye) di 25ê îlonê de giştpirsiya serxwebûnê were lidarxistin.

 

Beriya her tiştî ez hêvî dikim ku ev giştpirsî li herêmê nebe sedema alozî û tevlîheviyên nû. Lewra di tevahiya daxûyaniyên hatî kirin de, bi taybetî daxûyanî serokwezîrê Iraqê, di daxûyaniyên Tirkiyê yanî di tevahiya daxûyaniyên welatên nêzik de tê xwestin ku giştpirsî neyê kirin. Lê pêkanîna giştpirsiyê nayê wê wateyê ku dê hema serxwebûn were ragihandin.”

 

Abdullatîf Şener amaje bi wê yekê jî kir ku giştpirsî gaveke ji bo dahatûyê ye û wiha domand: “Ez dixwazim ku ev yek li ser dengeyên heyî bandoreke neyînî neke. Beriya her tiştî jî bila ji bo gelê Iraqê, gelê bakurê Iraqê û welatên cîran nebe sedema pevçûnan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst