Du birayên rewşenbîr hatine binçavkirin

Navenda Nûçeyan – Hate zanîn ku her du birayên rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û Mehmet Altan ji ber axaftinên xwe yên di bernameyekî televîzyonî de, tên tawanbarkirin.

 

Hêzên ewlekariya Tirkiyê îro danê sibê rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û birayê wî Prof. Dr. Mehmet Altan binçav kirin.

 

Platforma Rojnamevaniya Azad (P24) ragihand ku her du birayên Ahmet û Mehmet Altan bi hevre beşdarî bernemayekê televîzyonî bûne û li ser axaftinên xwe yên di vê bernameyê de hatine girtin.

 

Piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê derbarê 35 rojnamevanan de biryara jêpirsînê hatibû derxistin û ji van 10 kes hatibûne girtin.