Amed û Êlih jî di nav de li 26 bajaran operasyon: 91 kes hatin desteserkirin

10-08-2024
RÛDAW
Nîşan Operasyon Madeyên Hişbir Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonekê de li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi ser tonek û 47 kîlogram madeyên hişbir de hatiye girtin û 91 kes jî hatine destserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Amed, Êlih û Agirî jî di nav de wan li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyoneke madeyên hişbir a bi navê “Narkoçelik-31” daye destpêkirin.

Li gorî Yerlîkaya, di operasyonê de li her 26 parêzgehan dest bi ser bi ser tonek û 47 kîlogram madeyên hişbir, 8 milyon û 249 hezar kokên kenevîrê û 21 hezar hebên hişbir de hatiye girtin.

Herwiha di operasyonê 91 kes jî hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku ji 91 kesên desteserkirî 55 ji wan hatine girtin.

Li aliyê din, 9 kes jî bi mercê kontrola dadî hatine berdan û karûbarên îfadeyê yên kesên mayî jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst