'Desthilat hewil dide krîza aborî û pirsgirêkên navxwe bi operasyonan binixumîne'

10-08-2022
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ragihand, desthilata Tirikiye bi rêya operasyonên leşkerî krîza aborî pirsgirêkên navxweyî dinuxumîne.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar îro 10ê Tebaxa 2022ê  serdana  bajarê Konyayê yê Tirkiye kir û li navçeya wê ya Cîhanbeylî piştî hevdîtinên ligel cotkarên navçeyê gotarek pêşkêş kir.

Mîthat Sancar ragihand, desthilata Tirkiyê sedema sereke ya nedadperweriyê ye û bi eşkere zilmê li welatiyan dike. Baca wan pir û rêyan ji me distîne ku me ti car bikarneanîne. Desthilat bi milyaran lîre baca sermayedarên nêzîkî xwe efû dike, lê lîreyeke xelkê hejar efû nake.

Sancar herwiha got “Desthilat  tevî ku nikare krîza aborî û pirsgirêkên navxwe çareser bike, bi rêya operasyonên derveyî sînor hewil dide krîz û pirsgirêkan binixumîne.”

Hevserokê HDPê herwiha gotderbarê pirsgirêkên cotkaran de rexne li polîtîkayên desthilatê girtin û got “Desthilatê şiyana çareserkirina pirsgirêkên welatiyan nemaye. HDP take rêya çareeseriya hemû pirsgirêkên welatiyan e, ji ber wê jî dirûşma “çareserî li cem me ye” bilindkiriye.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar wiha axivî “Deşta Konyayê dibe çol û wê bereketa xwe ji dest dide. Cotkar nikarin erdê xwe cot bikin. Nirxên gubre û mazotê gelek zêde bûne. Ev hemû jî dibin sedem ku cotkar ji çandniyê dûrbikevin.

Em dê ligel gelê xwe zêdetir bicivin, zêdetir mezin bibin û wê rêvberiya ku bikare pirsgirêkên vî gelî çareser bike pêkbînin. Em dibêjin ew aboriya ku gel diparêze û bo gel çavkaniyan dabîn dike. Em dibêjin parvekirina wekhev û em xwediyê wê tecrûbe, biryarderî û îradeyê ne ku van hemû tiştan cîbîcî bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst