Li Tirkiyê rojane 38 kompanya û dikan tên girtin

10-08-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Aborî Kompanî Dikan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Ji ber xirabbûna rewşa aborî û daketina behayê lîre li beramber dolar û pereyên biyanî, dikandar îfla dikin û bi giştî rojane li Tirkiyê 38 dikan tên girtin.

 

Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pişesazî ya Tirkiyê, derbarê îflaskirina kompanya, dikandar û girtina dikanan de raportek belav kir. Li gor raportê, di du salên rewşa awarte de ji ber hawirdekirin û daketina berdewam, ketina behayê lîreyê Tirkî li beramber dolar û pereyên din ên biyanî, cezayên Amerîkayê bo ser herdu wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê, nearamiya bazar û borsayê û metirsiya ferzkirina cezayên aborî ji aliyê Amerîkayê ve, rewşa Tirkiyê tevlîhev bûye.

 

Di encam de ji Çileya 2017ê heta Hezîrana 2018ê, wate di hundirê salek û nîvê de 20 hezar û 607 kompanya û dikanan îflasbûna xwe ragihandine û cihên xwe yên kar girtine. Vêna jî nîgeranî li ba esnaf û xwedan pîşeyan çêkir û rojane 38 kompanya û dikan tên girtin.

 

Di raportê de wiha tê gotin: "Di sala 2017ê de 14 hezar û 701 kompanya û dikan hatine girtin û beşekê ji wan jî îflas kirine. Tenê di meha Çile ya 2017ê de 2 hezar û 242, meha Sibatê 815, Adarê 720, meha Nîsanê 810, Gulan 861, Hezîran hezar û 112, Temûz hezar û 211, Tebax hezar û 313, meha Îlonê 951, Cotmeh hezar û 375, Mijdar hezar û 228, meha Kanûnê 2 hezar û 163 kompanya û dikan hatine girtin."

 

Her li gor heman raporê, di şeş mehên yekem ên îsal de 5 hezar û 906 kompanya û dikan hatine girtin. Di meha Çile de 2 hezar û 417, meha Sibatê 682, Adarê 752, Nîsan 623, Gulan 652 û di meha Hezîranê de 752 kompanya û dikan hatine girtin.

 

Herwiha di raporê de behsa sîstema kar a bankeyan tê kirin û wiha tê gotin, di 18 mehan de 458 şaxên bankeyan hatine girtin. Di 2017ê de 325 û sala 2018ê jî 133 şaxên bankeyan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst